Li Zonguldakê ji 4 kesên jehrî bûyî kesek mir

Li Zonguldakê ji 4 kesên jehrî bûyî kesek mir

Li Zonguldakê li ocaxa madenê gaza belav bû, bû sedema jehrîbûnê. Ji 4 karkerên jehrîbûyîn karkerê bi navê Hasan Yavan yê 25 salî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Dîlaver ya Zonguldakê şevê din di ocaxa maden ya taybet de gaz belav bû û 4 karker jehrînî bûn. Ji 4 karkeran Hasan Yavan yê 25 salî ku rakiribûn Nexweşxaneya Ataturk digel hemû mudaxaleya jiyana xwe dest da. Hate gotin ku, rewşa karkerên din Abdullah Duzmen, Ramazan Katircioglu û Sertan Hot rewşa wan ber bi başiyê ve diçe.

Derbarê jehrînê de lepirsîn hate dest pê kirin.