Li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê pankarta Efrînê hate daliqandin
Li avahiya Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê pankarteke mezin a li ser berxwedana Efrînê hate daliqandin.
Li avahiya Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê pankarteke mezin a li ser berxwedana Efrînê hate daliqandin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê, ji bo balê bikişînin li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, vê sibê çalakiya sivîl lidar xistin.
Xwendekaran pankartek mezin li avahiya zanîngehê daliqandin û hevkariya hikûmeta Elman a bi rejîma Erdogan re şermezar kirin. Di pankartê de bi taybetî ji bo balê bikêşin li ser bazirganiya çekan ev bang hate kirin; "Bi Erdogan re bila ti peyman neyê çêkirin. Em Efrînê biparêzin."