Polîsan di çarçoveya operasyonê de li avahiya Rektorî û Îdarî ya Zanîngeha Çûkûrovayê lêgerîn pêk anî û 4 kes girt bin çavan. Hate zanîn ku derbarê 12 kesan ku di nav de Rektorê berê Prof. Dr. Alper Akinoglu jî heyî biryara binçavkirinê heye.
Polîsên ku serê sibê hatin avahiya Rektoriya Zanîngeha Çûkûrovayê û bi îdîaya ku "Di îhaleyan de fesadî hatiye kirin" lêgerîn dan destpêkirin. Di operasyona ku piştî hilbijartina rektoriyê ku duh pêk hatibû hate lidarxistin polîsan bi ser avahiya îdarî, avahiya serokatiya daireya karên avahiyê û gelek cihan de girt.
Hate zanîn ku, di destê polîsan de lîsteya binçavkirinê ya ji 12 kesan pêk tê û di nava wan de Rektorê ku duh peywira wî qediya û li gorî zagonan nikaribû carekî din bibe namzet Prof Dr. Alper Akinoglû jî heye. Polîsan li ber avahiya Rektoriyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtine.
Hate hînbûn ku heta niha 4 kes hatine binçavkirin. Demên borî de jî îdîayên ku li Zanîngeha Çûkûrovayê "di îhaleyên înşeatê fesadî dikin" hatibû rojevê û derbarê vê de hin doz hatibû vekirin.