Li Zanîngeha Çûkûrovayê 15 kes hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Çûkûrovayê 15 kes hatin binçavkirin

Cîgirê Serdozgerê Komarê ya Edeneyê derbarî operasyona li Zanîngeha Çûkûrovayê hate lidarxistin de agahî da û diyar kir ku, bi awayekî hemwext di ser 37 navnîşanan hatiye girtin û encamê de 15 kes hatiye binçavkirin.

Cîgirê Serdozgerê Komarê ya Edeneyê Ahmet Akkaya, derbarê operasyona li Zanîngeha Çûkûrovayê daxuyaniyekî nivîskî da. Akkaya di daxuyaniyê de diyar kir ku, ji aliyê dozgeriyê di çarçoveya xala 250'emîn ya CMK'ê bi îdîaya ku "Ji bo berjewendiyên aboriyê ya neheq bi dest bixin avakirina rêxistinê, di îhaleyê de fesad kirin, di pêkanîna kirinê de fesadî kirin, qelpazaniya di ewraqên fermî, ji holê rakirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûcan, bertîl girtin, gef xwarin, xirab bikaranîna peywirê" li Zanîngeha Çûkûrovayê di çarçoveya lêpirsîna ku hatibû destpêkirin, operasyon hatiye lidarxistin.

Akkaya destnîşan kir ku, di çarçoveya operasyonê de li mal, kargeh û ofîsan lêgerîn pêk hatiye, bi vê têkildar li mal û odeya Rektor Prof. Dr. Alper Akinoglû jî lêgerîn hatiye kirin. Akkaya wisa got: "Di çarçoveya operasyonê de 15 kes hate binçavkirin. Hin kesên ku hatin binçavkirin personelên îdarî yên zanîngehê ne, hin jî muteahhîtîn. Derbarî Akinoglu de tu biryara binçavkirinê tune ye. Kesên ku derveyê Edeneyê hatin binçavkirin, dê bînin Edeneyê."