Li YIBO’ê xwendekarê 14 salî 4 salan rastî tecawizê hat

Li YIBO’ê xwendekarê 14 salî 4 salan rastî tecawizê hat

Li navçeya Espiye ya Gîresûnê li Dibistana Herêmî ya Seretayî ya Razandî (YÎBO) xwendekarekî kur yê bi navê O.K (14) çar salan rastî tecawîza 65 xwendekarên hatiye û li ser van îdiayan lêpirsîn hate destpêkirin.

Du meh berê Cendermeyên navçeya Espiye, li ser îxbara ku li YÎBO xwendekarê pola 8’an O.K rastî tecawîza çar kesan hatiye, li Serdozgeriya Komarê ya Espiye lêpirsîn meşandin û di encama lêpirsînê de hate hînbûn ku O.K rastî tecawîza 65 xwendekarî hatiye. Li gorî agahiyên 65 xwendekaran daye O.K di 10 saliya xwe de hatiye vê dibistanê û gotin ku ew bi dehan carî bi O. K re ketine têkiliya zayendî.

O. K di îfadeya xwe ya dozgeiryê de diyar kir ku cara yekemîn 4 sal berê beriya ku dest bi dibistanê bike rastî tecawîza 4 kesan hatiye. O.K da zanîn ku piştî vê bûyerê hatiye Espiye YÎBO’yê û got li vir jî çar salan rastî tecawîza hevalên xwe yên dibistanê hatiye.

Li ser îfadeyên hatiye girtin 65 xwendekar şandin Serokatiya Beşa zanistî ya Tipa Edlî ya Zanîngeha 19 Mayisê ya Samsunê. Ger ku der barê van bersucan de rapora zekayê ya her tiştî fêm dike bê dayîn ji bo 45 xwendekaran ku temenê wna di ser 12’î de ne dê di navbera 3 û 8 salan de cezayê girtîgehê bê dayîn.

Li gorî lêkolînên dozgeriyê berê xwendekaran ev buyer ji mamosteyê ol û ahlakê re gotiye û mamoste ev di girtekan de daye qeyd kirin lê jib er ku temenê xwendekaran di bin 12-15’yî de li şûna ku ji merciyên edlî re ragihîne, pêk neaniye.