Li Yemenê alarma El Qaîdeyê

Li Yemenê alarma El Qaîdeyê

Yemen li dijî îhtîmala êrîşeke El Qaîdeyê alarm da û li paytextê tedbîrê ewlehiyê girt.

Li paytext Sana tedbîrên ewlehiyê hatin girtin û li dora nûneriyên dîplomatîk yên tanq û leşkeran, avahiyên hikûmetê û balafirgehê kordona ewlehiyê hat avakirin.

DYA û Îngîlistanê, hemû dîplomatên xwe ji Yemenê vekişandin û ji ber gefa tehdîdê, bang li hemû welatiyên xwe yên Yemenê kir ku demildest welat terk bikin.

Di hişyariya DYA’yê de hate diyar kirin ku asta gefa li Yemenê gelek bilind e û divê welatiyên DYA’yê neçin vî welatî û kesên li vir dijîn jî demildest bên berdan.

DYA’yê ji ber fikara êrîşan roja yekşemê 21 seferatxaneyên xwe yên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê girtibû. Tê payîn ku dê hefteyekê girtî bimînin.

Rojnameya New York Tîme da zanîn ku ev biryar li gorî peyameke navbera du rêberên El Qaîdeyên yên paye bilind, hatiye îlankirin. Rojnameyê  da zanîn ku ev planeke êrîşê ya cidî ya ku piştî êrîşa 11’ê îlonê ya ku Amerîka û welatên Rojava hedef digire ye.