Li Xîzanê 11 kes hatin girtin

Li Xîzanê 11 kes hatin girtin

Li Xîzanê, ji 14 kesên duh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 11 jê hatin girtin.

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê duh ber bi sibehê li dijî gelek malan serdegirtin pêk hat û di serdegirtinan de ji 14 du kes  li Midûriyeta Polîsan hatin berdan û 12 kes jî birin Edliyeyê. Piştî girtina îfadeya wan kesek hat berdan û 11 kes  bi sûcdariya ku propagandaya rêxistinê kirine hatin girtin û birin girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.