Kampanya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku li navenda bajarê Winterthur a Swîsreyê ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Arjîn Garzanve hate destpêkirin, li rastî eleqeyek xurt hat.
Li ber konê ji bo kampayayê hate vedan, pankartek mezin a bi Almanî hatibû nivîsandin hate danîn û standa ji bo îmzeyan hatibû danîn, li rastî eleqeyek mezin hat. Hat diyarkirin ku kesên dihatin serdanan gelek caran pirsên der barê Ocalan û Kurdistanê de pirsîn û sohbet kirin, piştre jî îmze dan. Hat diyarkirin ku ev kampanyaya îmzeyan dê her rojên pênçşemê saet di 13.00-19.00 de bê lidarxistin.
LI ST. GALLEN JI BO KAMPANYAYÊ ELEQEYEK MEZIN
Meclîsa Gel a Kurdan li kantona St. Galenê ya Swîsreyê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Kampanyaya roja pênçşemê pêk hat rastî eleqeyek mezin hat. Kesên peywirdar li aliyekê kesên hatin serdana standê der barê rewşa Ocalan û Kurdistanê de serwext kir û li aliyek din jî îmze kom kirin.