Tevgera Ciwanên Kurd Komalên Ciwan, her sal wek kevneşopiyeke mîhrîcanên ciwanan li dar dixe. Mihrîcanên îsal 16’ê Pûşberê li Fransa, 23’ê Pûşberê Avusturya, 30’ê Pûşberê Almanya û 1’ê Tirmehê jî li Swîsre tên lidarxistin. Mîhrîcan bi dirûşmeya ‘Azadiya serokatî azadiya me ye, An azadî An azadî’ dest pê dikin.
Mîhrîcanên ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd Komalên Ciwan li Ewropayê li welatên wek Fransa, Awusturya, Almanya û Swîsreyê tê lidarxistin. Wan mîhrîcanan ji bo biranîna kesên ku di Tevgera Azadiyê de jiyan xwe ji dest dane li dar dixin.
16’ê Pûşberê li navçeya Sarcellesa bajarê Parîsa Fransayê li navenda spora Nelson Mandelayê 6. Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Engîn Sîncer ji bo biranîna gerîlayên HPG’ê Wedat Aydin Nefs (Welat Serhed) û Hüseyîn Akdoðan (Armanc Kerboran) tê lidarxistin.
Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de musabaka bin çêkirin. Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan di axaftineke bike.
Di konsera girtinê de jî Hozan Comerd, Erol Berxwedan, Silbûs û Tarî, Nûarîn, Koma Hîvron, Seyda Perînçek, Halît Bîlgîç, Alî Gul û Burhan Karataş dê derkevin ser dikê.
23’ê Pûşberê li bajarê Graza Awusturyayê 7. Mîhrîcana Spor, Ç and û Ciwanan a Amara ji bo biranîna 15 gerîlayên HPG’ê jin ku di meha Adarê de li Bêdlîsê jiyana xwe ji dest dan tê lidarxistin.
Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de musabaka bin çêkirin. Malbata şehdî Amara û ji BDP’ê parlementerek ji wek mêvan tevlî bibin. Di beşa çand û hunerê de jî hunermend Eylem, Erol Berxwedan, Seyda Perînçek, Hemê Hecî, Çetîn Oraner, Halît Bîlgîç, Hawar Komo, Koma Azadî ve Koma Dem bi stranên xwe reng bidin mîhrîcanê.
30’ê Pûşperê li bajarê Bonn a Almanya Sportpark Pennenfeldê 15. Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Mazlûm Dogan ji bo biranîna endamê konseya rêvebir a KCK’ê û Koordînasyona Komalên Ciwan Emrah Bayer(Baz Mordem) ku par di operasyoneke li çiyayê Katoyê de jiyana xwe ji dest dabû tê lidarxistin.
Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de pêşbazî dê pêk bên. Yek ji çalekgerê greva bîrçîbûnê a ku li bajarê Strasbourga Fransayê hatibû destpêkirin, rojnamevan û nivîskar Fuat Kav axaftineke bike.
Di mihrîcanê di beşa hunerê de jî Koma Çarnewa, Grup Munzur, Hozan Jala, Bengî Agirî û Jan Jiyan derkevin ser dikê.
1’ê Tirmehê li bajarê Basel a Swîsrê Sportplatz Rankhofê 7. Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Hasan Kiziler dê bê lidarxistin. Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de musabaka bin çêkirin. ji BDP’ê parlementerek ji wek axaftvan beşdar bibe.
Di konsera girtinê de jî hunermend Rotînda, Rêzan, Sipan Xelat, Nûarîn, Bengî Agirî, Delîl Tofan û koma hunermendên ciwan bi stranên xwe rengê bidin mîhrîcanê.