Li Wanê 'qada parastina sirûştî' bû cihê ceribandina bombeyên gazê

Li Wanê dehma ku Gola Wanê û Keleha Wanê bûbû 'qada parastina sirûştî', bû cihê ceribandinê ya bombeyên gazê ya polîsên Tirk.

Dehma ku bûbû qada parastina sirûştî, li xilaseka Gola Wanê ye.

Bombeyên gazê ku li herêmê têne bikaranîn ziyanê didin raçînka sirûştî û derdorê.

Gaza ku tê avêtin her wiha bandoreke xirab li ser tendiristiya gel jî dike.

Endamê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Bazî Aslan got, ''Bombeyên gazê dibe talokeyeke mezin.''

Aslan bi berdewamî bang li Walî, Midûrtiya Emniyetê û wekîlan kir û xwest ji bo ku ev çek neyên bikaranîn tevbigerin.

Gel ê ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û iyar kir ev problem ji beriya bi salekê dest pê kiriye.

Kesekî bi navê Saît Bîlmez got, ''Bombeyên gazê davêjin, nexweşên me hene. Em naxwazin li vir bikin, em dixwazin vê biqedînin. Van bombeyan davêjin Gola Wanê, qadên vala. Zarokên me nikarin derkevin derve. Em nema karin ji ber bêhnê derkevin.''