Li Wanê polîsan mîtînga 'Kurdî' ya HDP'ê asteng kir
Mîtînga ku HDP'ê dixwest bike ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiya ku bi hezaran kes lê hazir bûn.
Mîtînga ku HDP'ê dixwest bike ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiya ku bi hezaran kes lê hazir bûn.
Mîtînga ku HDP'ê li Wanê bi rojan haziriya wê dikir, bi hinceta qedexeya walîtiyê ya xwedêgiravî ji bo hêla koronayê hate astengkirin.
Gelê Wanê ji bo mîtînga zimanê Kurdî li ber avahiya bajêr a HDP'ê ya Wanê kom bû.
Gel xwest ku bimeşe Parka Aştiyê ya Mûsa Anter, polîsan li ber avahiya HDP'ê êrîş bire ser gel.
Bi hezaran kes ku Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir û wekîlên HDP'ê jî hazir bûn, bi stranên Kurdî û çalakiya rûniştinê bersiv dane êrîşa polîsan.
Polîsan avahiya HDP'ê û kuçeya ku diçe ser dorpêç kir û nehişt ku kese bikeve Parka Mûsa Anter.
Protestoya gel a li ber avahiya HDP'ê didome.