Li Wanê polîsan êrîşî çalakiya xwendekaran kir: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan êrîşî çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê kirin. Hat ragihandin ku herî kêm 10 xwendekar hatin binçavkirin.

ÇALAKIYA XWENDEKARAN

Duh bi şev li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê zarokek 15 salî mirî hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû ragihandin ku zarok hatiye kuştin. Piştî vê yekê xwendekarên zanîngehê îro xwestin çalakiyekê lidar bixin û ji ber neewlebûna zanîngehê bertekên xwe bînin ziman. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Beytariyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êrîşî xwendekaran kir û bi êşkenceyê zêdetirî 10 xwendekar binçav kirin. Xwendekarên li derdorê bertek nîşanî binçavkirinan dan û li vir jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku polîsan di otobusên binçavkirinê de jî zext û êşkence li xwendekaran kirine.

Her wiha rojnamevanên li wir jî hatin astengkirin û polîsan li rojnamevan Kadîr Cesûr da.