Li Wanê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokek 16 salî hate kirin

Y. a 16 salî ku li navçeya Bêgirî ya Wanê ku 3 sal in destdirêjî li wê hatiye kirin, polîs jî di nav de giliyê 40 kesan kir.

Y. a 16 salî ku li Dibistana Amedeyiya Nîzamettîn Aktaş a Bêgiriyê dixwîne, ji dawiya 2019’an ve destpêkê ew fêrî tiryakê kirin piştre bi awayekî sîstematîk destdirêjî lê kirin. Bi hinceta ku Y. tiryakê bi kar tîne ji dibîstanê hate dûrxistin. Kesên ku dîmenên Y. kişandin û di nav de polîs jî hene, piştre bi dîmenên ku kişandine şantaj kirin û bi salan destdirêjî li Y. kirin.

Bûyera êrîşa zayendî 4 roj berê derket holê. Dema li avahiyeke vala destdirêjî li Y. dihat kirin, Y qîrîya û kesekî dengê wê bihîst. Piştre 6 kes hatin destgîrkirin. Bi vî rengî bûyere destdirêjiyê derket holê. Ji kesên ku hatin destgîrkirin 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 4 kesên din jî hê destgîrkirî ne.

POLÎS JÎ DI NAV DE GILIYÊ 40 KESAN KIR

Y. a ku ew birin emniyetê tiştên ku bi salan jiyaye vegot. Her wiha navê 40 kesan ku 7 jê polîs, erkdarên qeymeqamê û siyasetmedarên herêmê jî di nav de hene, da dozgeriyê. Y. di îfadeya xwe de yek bi yek navê kesên ku destdirêjî li wê kiriye û kî/ê wê elimandiye tîryakê anî ziman. Di heman demê de Y. da zanîn ku dema ku li dibistanê dixwend, mamosteyê werzîşê ew xapandiye û ew biriye cihekî û li wê derê ji aliyê karmendekî dewletê ve destdirêjî lê hatiye kirin.

DIXWAZIN BÛYERÊ VEŞÊRIN

Hat hînbûn ku piştî bûyer derketiye holê, hin siyasetmedar û rêveberên saziyan ên navçeyê ji bo girtina bûyerê zext li ser malbata Y. û dadgehê kirine.

Lêpirsîna dozgeriyê di derbarê bûyerê de dewam dike û Y. birin Midûriyeta Xizmetên Civakî ya Wanê.