Li Viyana meş, li Dûîsbûrgê çalekiya bêîteatiya sivîl
Kurd û dostên wan ên li Avûstûryayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Efrînê ji bajarê St. Polen heta paytexta Viyanayê meşiyan.
Kurd û dostên wan ên li Avûstûryayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Efrînê ji bajarê St. Polen heta paytexta Viyanayê meşiyan.
Meş bi diruşmên “Rêbertiyek azad, Efrînek azad” hat destpêkirin. Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hatî organîzekirin wê roja Yekşemê bigehe Viyanayê.
Meşa viyanayê wê di navbera rawestgeha metro ya U4 Hutteldorf û Parlementoyê de pêk were. Meşa ku li bendêye bi hezaran kes tevlî bibe, wê di saet 13:00’an de destpê bike.
Li paytexta Dûîsbûrg ya Almanyayê jî çelekiyek bêîteatiya sivîl hat kirin. Piştî ku li bajarên Dûîsbûrg û Kolnê meş hatîn qedexe kirin, Kurd û dostên wan ên ku li ser torên civakî xwe bi rêxistin kirîn, di saet 13:00’an de li pêşiya navenda gara tren çalekiyek a protesyoyî lidar xistin. Çalekiya protestoyî ya ku 1500 kes tevilbûyî, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê protesto kirin. Partiya Çep a Alman û MLKP jî piştgirî dan çalekiyê. Çalekî nêzî saetekê dewam kir.