Li Uppsalayê 3 gerîlayên şehîd hatin bibîranîn

Di 15’ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker li Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de Demhat Çekdar (Hozan Akdoğan), İskender Kandil (Arif Akkurt) ve Têkoşer Agir (Adem Yüksel) şehîd bûbûn. Li Swêdê her sê gerîlayên HPG’ê hatin bibîranîn.

Malbatên şehîdan jî di merasîmê de amade bûn û sînevîzyona li ser jiyana 2 gerîlayên HPG’ê hate nîşandan.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Bagok diyar kir ku 3 gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk bi qehremanî li ber xwe dane Bagok got ku “Bi saya ked û fedakariya şehîdan gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêş ve diçe.”

Bagok bi bîr anî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîne êrîşî destkeftiyan dike û divê hemû Kurdistaniyên li dîasporayê bi biryardariya şehîdan xwedî li Efrînê derkevin.