Li Trabzonê teqîn: Herî kêm 3 leşker birîndar

Li Trabzonê teqîn: Herî kêm 3 leşker birîndar

Li navçeya Duzkoy a bajarê Tirkiye Trabzonê, li ber deriyê qereqola cendirmeyan teqînek pêk hat. Di encama bombeya ji dûr ve hat teqandin de, 1 jê xedar, bi giştî 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Waliyê Trabrzonê Dr. Recep Kizilcik der barê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku bombe bi kûmandayê hatiye teqandin û 1 jê xedar, 3 leşker birîndar bûne. Li gorî agahiyan teqîn demjimêr di 07.30 de li kolana Ortamahalle Karanfîl pêk hat. Lêkolîna der barê bûyerê de didome.