Li Trabzonê gel jî xistin cephê şer

Li Trabzonê gel jî xistin cephê şer

Li Trabzonê operasyona ku piştî êrîşa bombeyî ya li dijî cendirmeyan hate destpê kirin, gel jî xistin nav. Bi vî awayî artêşa Tirk cara yekeme gel jî xist nav herêma operasyonê û hema bêje weke mertalekê ji bo xwe bikartînin.

Duh di encama teqîna li ber Fermandariya Cendirmeyan ya navçeya Duzkoy ya Trabzonê de 1 jê giran 3 leşker birîndar bibûn. Piştî teqînê li herêmê bi tevlîbûna Cendirme û polîsan operasyon hate destpê kirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Mîlliyetê, artêşa Tirk di operasyona li herêmê de yekem car îmze avêt binê pêkanînekê. Li gorî nûçeyê xelkê Duzkoyê şandin cihê herêma operasyonê û ew jî weke aliyekê bikaranîn.

Piştî ku Şaredarê Duzkoyê Salih Bakal diyarkir ku, ew lêkolîn dikin ka ev çalakî ji aliyê kijan rêxistinê ve kiriye, şandina gel jî ya herêma operasyonê bi van gotinan ravekir: “ Operasyona ku ji aliyê polîs û leşkeran ve hatî destpêkirin, xelkê Duzkoyê jî tevlî dibe. Gel li zozana tevlî operasyonê dibin.”