Li Şamê 2 jê kurd 5 kes hatin serjêkirin

Li Şamê 2 jê kurd 5 kes hatin serjêkirin

Li paytexta Suriye Şamê komek çekdar êrîşî mala sefîrê Libnanê kir. Di encama êrîşê de 2 polîsên ku ewlehiya mala sefîr digirt, kesekî li mala sefîr dixebitî û 2 kurdên ku wê demê di wir re derbas dibûn hatin serjêkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bajaroka Yehfur a girêdayî Şamê duh êvarê komek çekdar êrîşî mala sefîrê Libnanê kir. Di encama êrîşê de 2 polîsên ku ewlehiya avahiyê sefîr digirt û kesekî ku li mala sefîr xizmet dikir, hatin serjêkirin.

2 KURDÊN DI CIHÊ BÛYERÊ RE DERBAS BÛN JÎ HATIN KUŞTIN

Hate ragihandin ku di dema bûyerê de 2 kurdên ku di cihê bûyerê re derbas dibûn jî hatine serjêkirin. Hate hînbûn ku welatiyên kurd ên hatine qetilkirin Yaser Hesen Keleş (36) ku 3 zarokên wî hene û Ferhat Abbas ê 2 zarokên wî hene ye. Herdu welatiyên kurd jî ji bajarê Tirbestiyê ne û li Şamê rudiniştin.

CENAZE AVÊTIN BAXÇEYÊ MALEK DIN

Hate gotin ku êrîşkaran cenazeyên 5 kesan avêtine baxçeyê qesrek li nêzî mala sefîrê Lubnanî. Piştî ku bûyer hat hînbûn cenaze rakirin Nexweşxaneya Muesser