Duh şev avahiya BDP’ê ya Navçeya Çorluyê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin.
Avahiya BDP’ê ya Çorluyê ku di pasajek ya beramberî Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê de ye, duh şev ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin.
Beriya şewitandinê, piştî cenazeyê leşkerê binavê Kadîr Dadaş ku di teqîna li Dêrsimê miribû û avahiya BDP’ê ya Çerkezkoy ya li bajarokê Karaagaçrastî êrîşa komek ya nîjadperestan hatibû. Hate hînbûn ku, êrîşkaran camên avahiyê şkandine, ketine hundir û zirar dane alavên di avahiyê de.
ERÎŞÊN DEWLET ORGANÎZE DIKE
Li Tirkiyeyê hema bêje piştî her pevçûnekê, nîjadperestên ku rayedarên dewletê û çapemeniyê birêxistin kirî êrîşî Kurdan dikin. Bi taybet piştî teqîna 20’ê Tebaxê ya li Dîlokê, li ser teşwîq kirina hikumet û çapemeniyê êrîşên nîjadperest yên li ser avahiyên BDP’ê zêdebûn. Di mehek ya dawiyê de avahiyên BDP’ê herî kêm 14 caran rastî êrîşên nîjadperest û faşîst hatin.
Êrîş bitaybet li Dîlok, Îzmîr, Çanakkale, Kocaelî, Hatay, Afyon, Stenbol, Çewlik û Tekîrdagê rû dan.