Li navçeya Çerkezkoyê ya bajarê Tirkiye Tekîrdagê di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsan li navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna malan rêveberên Rêxistina BDP'yê yên Çerkezkoyê Servet Demîr û Ersîn Akdaş, Berken Ayaz, Ezber Mentaş û 2 kesên navên wan hetin zanîn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Çorluyê. Sedema binçavkirina nehate zanîn.