Li Tambovê ji Kurdên Êzidî kampanyaya ji Ocalan re Azadî

Li Tambovê ji Kurdên Êzidî kampanyaya ji Ocalan re Azadî

Kurdên Êzidî yên li bajarê Tambov ê Rûsyayê dijîn, ji bo destpêkirina kampanyaya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” civînek li dar xistin û dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.

Di çarçoveya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî de ya ku ji aiyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ve hatiye di 6’ê îlonê hate destpêkirin, Kurdên li Rûsyayê xebatek bêhempa dimeşînin û beşdarî kampanyayê dibin. Piştî Moskow, Komara Xweser a Adigeyê û bajarê Saratovê, Kurdên li bajarê Tambovê jî dijîn dest bi kampanyayê kirin.

Endamê KNK’ê Cemal Şemayov di civîna gel a li Tambovê ve hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojeva hemû Kurdên li her aliyên cîhanê ye. Şemoyev da zanîn ku aşitiya li Tirkiyeyê bi azadiya Ocalan pêk tê û got; “Heta rêber Apo azad nebe, tu kesek nikare behsa aşitiyê bike. Ev 13 sal in ev tecrîda nehuqûqî didome. Em bang li saziyên demokratîk dikin ku êdî li hemberî sucên mirovahiyê bê deng nemînin.”

Piştî axaftinan îmze hatin berhevkirin.