Di navbera endamên BDP’ê yên li qada Taksimê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û balkê bikişînin ser rewşa girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne çalakiya rûniştinê pêkanîn û polîsan de rageşî derket. Polîs girseyê hişyar dike ku, “ew dê mudaxele bikin”.
Rêxistina BDP’ê ya bajarê Stenbolê xwest bi boneya greva birçîbûnê ya di 12’ê Îlonê li girtîgehan destpê kir û salvegera komploya navnetewî ya li dijî Ocalan, li qada Taksîmê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Endamên BDP’ê yên li rawestgeha Tramwayan kombûn, ji aliyê panzer û hêzên çevîk ve dora wan hate girtin. Polîsên ku sloganên ji bo Ocalan tên avêtin hincet nîşandan û hişyariya ew dê mudaxeleyê bikin. Girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Rageşî didome.