Li Swîsreyê konferansa ciwanan hate lidarxistin

Bi dehan ciwanên ku ji 18 kantonên Swîsreyê, li bajarê Lenzbûrg a Aaraûyê konferansa Ciwanên Azad li dar xistin.

Bi dehan ciwanên Kurd yên ji 18 kantonên Swîsreyê, li bajarê Lenzbûrgê konferansa xwe pêk anîn. Di konferansê de biryarên girîng hatin girtin, pêvajoya siyasî, rêwşa rêxistinî û bandoriyên kapîtalîzmê yên li ser kesan hate gotûbêjkirin.

‘WÊ LI EFRÎNÊ TÊK BIÇIN’

Konferans bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir û bi nirxandinên pêvajoya siyasî dom kir. Di nirxandinên pêvajoya siyasî de qala berxwedana gelê Efrîn û Kurdistanê hate kirin. Ciwanên di konferansê de axivîn wiha gotin; “Efrîn dilê Kurdistanê ye. Duh çawa li Kobanê dîrok hate nivîsin, îro li Efrînê jî dîrok tê nivîsin. Li Kobanê çawa bi rûhê fedayî yê Arîn Mirxan serketin hate bidestxistin, îro bi çalakiya fedayî ya Avesta Xabûr re jî  wê serketina Efrînê bidest bikeve. Rejîma AKP-MHP, bermayên El-Nûsra û OSO li Efrînê wê winda bikin.”

Li aliyê din ciwanan banga çalakî û xwedîderketina li Efrînê ji bo gelê Kurd û Kurdistaniyên li Ewropa kirin.

BANDORIYÊN KAPÎTALÎZMÊ HATIN GOTÛBÊJKIRIN

Ciwanan piştre xebatên sala 2017’an yê ciwanan nirxand û rapora xebatan ya salekê hate xwendin. Ciwanên Azad di xebatên xwe de ji bo ciwanan rexnedayina pêvajoyê dan û soz dan ku wê sala 2018’an de hê çalak bibin.

Di dawiya konferansa ciwanan de komîteyên Îdeolojîk, Civakî, Çand, Spor, Jin û Ciwanan hate hilbijartin. Li tevayî Swîsreyê jî rêveberiya ji 3 ciwanan pêk tê hate hilbjartin.