Kurdên li Swîsreyê dijîn ji bo ku komkujiya Roboskê ku di 28’ê berfanbara 2011 li Qilabanê pêk hat û têde 34 sivîl hatin qetilkirin û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku ji meha tîrmeha 2001’an de heta niha didome, protesto bikin dê çalakiyê pêk bînin û nobetê bigirin.
Li bajarê Berns a Swîsreyê di 13 hezîranê de bi armanca ku DYA’yê di komkujiya Roboskê de îstîxbat bi Tirkiryeyê re paravekiriye saet di 13.00’an de dê çalakiyê pêk bîne. Çalakiya ku ji aliyê Federasyona Komeleya Kurdên Swîsreyê (FEKAR) ve tê organîzekirin dê li ber seferatxaneya DYA ya li Bernê pêk bînin.
FEKAR’ê da zanîn ku DYA’yê beriya komkujiyê îstîxbarat bi Tikriyeyê re parve kiriye û got dewleta tirk jî wisa komkujî pêk anîye. FEKAR’ê da zanîn ku gelê kurd li dijî vê deng namîne banga tevlîbûna çalakiyê kir û got “dê çalakiyên wan bidomin”.
FEKAR’ê balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin dê bertekên kurdan li dijî tecrîdê bidome.
Bi vê armancê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di navbera 21-22 hezîranê de dê nobeta aştiyê bê girtin. Piştî vê jî di 23’ê hezîranê de jî çalakiya protestoyî pêk were. FEKAR’ê da zanîn ku cihê çalakiyê djî dê Zurîh be. FEKAR’ê da zanîn ku bila kurd tevlibûnek xurt pêk bînin.