Li Swêdê di Kûpa Mezopotamyayê de piştgiriya ji bo Efrînê
Di Kûpa Mezopotamyayê de tîmên futbolê yên Swêd û Kurdistanê wê ji bo piştevaniya berxwedana Efrînê bilîzin.
Di Kûpa Mezopotamyayê de tîmên futbolê yên Swêd û Kurdistanê wê ji bo piştevaniya berxwedana Efrînê bilîzin.
Kûpa Mezopotamyayê wê roja Şemiyê li paytexta Swêd Stockholmê pêk were û tîmên futbolê yên Swêd û Kurdistanî yên beşdarî pêşbirkê bibin wê ji bo piştevaniya berxwedana Efrînê bilîzin.
Kûpa Mezopotamyayê wê 24'ê Sibatê roja Şemiyê li semta Skerholmen a Stockholmê pêk were û ji tîmên naskirî yên Swêdê wê lîstikvan; Bojan Djordjîc, Erîk Nîvo û Jîloan Hamad jî tevlî bibin. Gelek lîstikvanên nekarîn tevlî bibin ji bo piştgiriyê formayên xwe yên îmzekirî şandin.
Tevî formayên lîstikvanan wê wêne û berhemên cuda yên hunermendên Swêdî û Kurdistanî werin firotin û hatineya jê bê bidestxistin wê ji Heyva Sor re bê dayin.
Organîzatoran gotin wê lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî jî tevlî Kûpa Mezopotamyayê ya îsal bibe. Û bang li hemû Kurdistanî û dostan kirin ku tevlî tûrnûvayê bibin.