Li Stockholmê komplo hate protesto kirin

Li Stockholmê komplo hate protesto kirin

Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’ê bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Sûriyeyê destpê kir, li paytextê Swêdê Stockholmê bi mitîng û meşekê hate protesto kirin.

Kurdistaniyên ku li qada Norra Bantorget ya li beramberî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Swêdî kombûn, li derdora demjimêrên 13.30’an de ber bi qada Medborgarplatsenê ve meşiyan. Xwepêşandanên ku di destê wan de pankar û dowîzên komployê protesto dikin, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê, bi dirêjahiya meşê bi slogana dewleta Tirk û komplo şermezar kirin. Di çalakiya ku bertek nîşanî polîtîkaya hikumeta AKP’ê ya Tirkiye aniye ber şerekî, li dijî şer slogan hatin avêtin.

Di dema meşa ku zarokan di li pêş cih girt de, sloganên “Ji şer re na, ji aştiyê re erê”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehinime”, “Terorîst AKP”, “Ocalan gele, gel emin”, “Bijî Serok Apo” qêriyan. Kurdistaniyan di dema xwepêşandanê de belavokên derbarê komplo û pêşketinên dawî yên li Kurdistanê belavkirin û gelê Swêdî agahdar kirin.

Li Qada Medborgarplatsenê li ser navê Konseya Kurd ya Swêdê axaftinek hate kirin û pêvajoya komployê ya bi derxistina Ocalan ji Sûriyeyê destpê kir nirxand. Piştî ku hate bibîrxistin ku, Ocalan di encama komployekî navnetewî ji aliyê sîxurên Mossad û CIA’yê ve hate revandin û radestî dewleta Tirk kir û bal kişand ser ku, ev 13 sale jî li girava Îmralî di şert û mercên giran de tê girtin.

Ocalan ev 437 roje di tecrîdek giran de ye, hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi awayek zanabûn asteng dikin û xwest demil dest bê serbest bê berdan.

Hate diyarkirin ku, ev 30 sale dewleta Tirk dixwaze biçekê tekoşîna gelê Kurd, daxwaza azadî û demokrasiyê bitepisîne, lê belê bi ser neket. Pirsgirêk ne bi gurkirina şer û diyalogê dikare were çareser kirin.

Piştî xwepêşandana sloganên polîtîkayên AKP’ê yên şer û tecrîda li ser Ocalan protesto dikin hatin avêtin û çalakî bidawî kirin.