BI DÎMEN

Li Stockholmê çalakiya li dijî lîsteya terorê

Li paytexta Swêd Stockholmê xwepêşandanek hat lidarxistin û daxwaza derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' hat kirin.

Ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' û serbestberdana Kurdistaniyên bi navê Zekî Eroglû û Cîhan Iliman ê ib hinceta lêgerîna Înterpolê li Swêdê hatin girtin, li ber Girtîgeha Sollentûna ya Stockholmê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Xwepêşandan ji aliyê Komîteyên Rojava ve bi şiyara "Bila PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' were derxistin" hat organîzekirin.

Kurdistanî û Swêdiyên beşdarî çalakiyê bûn dirûşmên "Zekî û Cîhan bila azad bibin", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" qîriyan. Di dema çalakiyê de her wiha sirûdên bi Kurdî jî hatin xwendin.

Ji Komîteyên Rojava Phîlîp Nystrom der barê çalakiya xwe de agahî da ANF'ê û anî ziman, ku ji ber navê PKK'ê di 'lîsteya rêxistinên terorê' de heye her du Kurdistanî hatine girtin, ji bo her du Kurdistanî bên berdan û PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' were derxistin, wan xwepêşandan lidar xistine.

Nystrom diyar kir, welatên Ewropayê li gorî daxwazên dewleta Tirk tevdigere û siyasetmedarên Kurd û mirovên pêşverû yên ji bo mafên mirovan dixebitin, bi sûcdariyên endametiya PKK'ê û terorîst, digirin.

Nystrom destnîşan kir, ku ew vê qebûl nakin û got, "Ji ber vê yekê em dixwazin PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' were derxistin. Çima yên dixwazin tevlî nava DAIŞ'ê bibin nayên girtin, lê Zekî û Cîhan li girtîgehê ne? Ev yek nayê fêmkirin. Helwesta Elmanyayê ya li hemberî Kurdan felaket e. Em dixwazin her du hevalên me yên girtî, derhal serbest werin berdan."

...