Li Stenbolê şeva biçalak

Li Stenbolê şeva biçalak

Şevê din li gelek deverên Stenbolê çalakî hatin lidar xistin. Komeke ciwanan molotofkokteyl avêtin navendeke kar û li nêzî wesayîtekê jî bombeya deng hat teqandin.

Şevê din li kolana Fenercî Kadrî ya li cadeya Akagalara Şîşliyê teqînek pêk hat. Di teqînê de cam şkestin û 2 kes jî birîndar bûn. Polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin diyar kirin ku bûyer di encama teqîna bombeya deng de pêk hatiye.

Ji hêla din ve jî duh demjimêr li dora 18:00'an li dijî navenda kar ya li Şîşliyê êrîşa motolofî pêk hat. Di êrîşê de windahiyên can pêk nehatin. Hat hînbûn ku polîsên ku hatin cihê bûyerê bombeya deng ya neteqyayî dîtine.