Şevê din di navçeya Umraniye ya Stenbolê bi awayekî hemwext li 4 cihan teqîn pêk hatin.
Li gorî agahiyên ku hate bi destxistin, şeva din seat nêzî 22.30'an li ser Cadeya Barajyolu ya Taxa Esenkent, li Kûçeya Ayazma ya Taxa Ataturk, Li Kûçeya Ûgûr a Taxa Namik Kemal û li Kuçeya Sersebîl a li ser Cadeya Natoyolû ya Taxa Altinşehîr yên girêdayî navçeya Umraniye ne, bi awayekî hemwext teqîn pêk hatin. Hate diyarkirin ku teqîn ji ber bombeyên dengan pêk hatiye û ji ber vê camên avahiyan şikiyaye. Piştî bûyerê gelek polîs hatin cihê bûyerê û lêpirsîn hate destpêkirin.