Polîs û tîmên taybet li navçeya Beyoglu û semta Okmeydani ya Şîşliyê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê û tîmên taybet di demjimêr 05.00'an de li navçeya Beyoglu û Semta Okmeydani ya Şîşliyê bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de gelek kes bi hinceta tevlî çalakiyên dijzagonî bûn, bombeyên deng û molotof bikaranîn binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin nayê zanîn. Kesên hatin binçavkirin li Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê ji kontrola tendursîtiyê derbazbûn û birin Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê.