Li Stenbolê qirkirina siyasî: 22 kes hatin destgîrkirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Stenbolê pêk hat de, Serokê DÎYA-DER Ekrem Baran û endamê DÎK’ê Mehmet Nas jî di nav de 22 kes hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsînekê de ferman da polîsan. Polîsan seê sibê lig elek navçeyên Stenbolê bi awayek hemwext avêtin ser gelek malan. Li malan lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerîna li malan gelek kes hatin binçavkirin. 

Polîsan Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 22 kes destgîr kirin. 

Hat zanîn ku mele Ekrem Baran birine Qereqola Cendirmeyan a Maslaka Stenbolê.