Li Stenbolê li dijî karkerên Kurd êrîşa nijadperest

Li Stenbolê li dijî karkerên Kurd êrîşa nijadperest

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin karkerên li gundê Osmali yê Stenbolê dixebitîn, li rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatin. Di encama êrîşa îro pêk hat de gelek karker birîndar bûn.

Piştî êrîşê, tevî karkerên bi navê Deniz û Haşim Gurbuz, ji bo îfadegirtinê 12 birin qereqolê.

Karûbarên îfadedayînê ya li qereqolê berdewam dike. Hat zanîn ku piştî xizmên karkeran bûyerê bihîstin xwestin biçin gund, lê nahêlin bikevin gunt.

Piştî êrîşa sedema wê nehat zanîn, hat ragihandin ku aloziya li Osmali Koyê berdewam kir.