Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê karkehên 7 esnafên Kurd ji aliyê polîs û zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin texrîpkirin.
Li gorî agahiyan li taxa Nurtepe ya Kagithaneyê 7 kargehên kurdan ên weke cafe, baxçeyê çayê rastî êrîşa polîs û zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin hatin.
Hate zanîn ku gelek melzem hatin girtin û yên mayîn jî hatin taxrîpkirin. Serê sibê esnafên kurd hînî vê yek bûn û diyar kirin ku ji bo kargehan vala bikin rayedaran tu teblîgat ji wan re naşandin û bertek nîşanî vê yekê dan. Esnafên kurd, anîn ziman ku ji ber kurd in rastî êrîşên wisa tên. Esnaf dê saet di 20.00'an de bi armanca şermezarkirina bûyerê bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl daxuyaniyê bidin çapemeniyê.