Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, ji bo mîtînga 14'ê tîrmehê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê pêk bê banga tevlêbûnê kir û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan şer û çaresernekirinê kûr dike. Hemû kesên aştî û çareseriyê dixwazin divê tev li vê mîtingê bibin.
Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, beriya mîtînga 14'ê Tîrmehê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê pêk bê bang li hemû kesên ku li dijî tecrîd, şer, û pevçûnan aştî, azadî û demokrasiyê dixwaze kir. Kolçak, anî ziman ku KCD û BDP ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şiara "Ji Ocalan re azadî" di 14'ê Tîrmehê de li Amedê mîtingê pêk tîne û wiha got: "Em ji bo peyamek xurt bidin em dê li hemû bajarên ku lê bi rêxistin bimeşin Amedê. Divê hikûmet guh bidin dengê milyonek kesên ku li Amedê Azadiya Ocalan dixwaze. Divê hikûmet dest ji polîtikayên şer û înkarê berde û gavên çareseriyê bavêje."
Kolçak, da zanîn ku gelê kurd dê tecrîdê şermezar bike û li dijî tecrîd, operasyon û polîtîkayên qirkirinê daxwaza azadî û aştiyê biqîre.