Li Stenbolê êrîşa çekdarî: Polîsek mir

Li Stenbolê êrîşa çekdarî: Polîsek mir

Di encama êrîşa çekdarî ya li Stenbolê li hemberî polîsên Tirk pêk hat de polîsek mir û polîsek din jî birîndar bû.

Bûyer li taxa Hurriyetê ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê qewimî. Di encama êrîşê de du polîs birîndar bûn. Piştî ku rakirin nexweşxaneyê polîsek mir.

Di bêlên polîsan de anons hatkirin ku êrîş ji aliyê yek jê jin du kesan ve pêk hatiye. Piştre polîsên tevgera taybet veguhestin cihê bûyerê.

Şevê din jî, dema ku polîs ji bankamatîkek ya li ser rêya Reşîtpaşa ya Avcilarê pere dikêşe ji wesayîtê rastî êrîşa çekdarî hat. Polîs di encama êrîşê de ji singê xwe û milê xwe birîndar bû, polîsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Dr. Sadî Konuk ya Bakirkoyê.