Li semta Avcilar ya Stenbolê polîsek rastî êrîşa çekdarî hat û giran birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên şevê de dema ku polîs ji bankamatîkek ya li ser rêya Reşîtpaşa ya Avcilarê pere dikêşe ji wesayîtê rastî êrîşa çekdarî hat. Polîs di encama êrîşê de ji singê xwe û milê xwe birîndar bû, polîsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Dr. Sadî Konuk ya Bakirkoyê.
Polîsê ku navê wî nehate aşkera kirin, hat hînbûn ku rewşa wî girane.