Li Stenbolê 6 sosyalîst hatin binçavkirin

Li Stenbolê 6 sosyalîst hatin binçavkirin

Tevî nûnerên ESP’ê yên Stenbol û Îzmîrê bi gitşî 6 kes hatin binçvkirin. Sosyalîst li rastî şîdeta polîsan hatin, bi zorê şopa tiliyê wan hatin girtin û wêneyên wan hatin kişandin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Stenbolê ve dihat meşandin de din ava wan de rêveberên ESP’ê jî hebûn bi giştî 6 kes roja înê li Stenbolê hatin binçavkirin.

Navên kesên ku hatin binçavkirin û birin Şaxa Midûriyteta Polîsan a bi Terorê re Têkoşînê wihane;Rêveberê ESP’ê yê Stenbolê Ersîn Sedefoglu, rêveberê Îzmîrê Gorgu Demîrpençe, Gokben Keskîn, Ozlem Cîhan, Firat Şeran û Alî Haydar Keleş

Sedefoglu, Demîrpençe, Cîhan û Şeran li malên xwe hatin binçavkirin û Alî Haydar Keleş Bakirkoy dema ji girtîgehê dihat ku çibû serdana hevslekî xwe û Keskîn jî di rê de hate girtin.

RASTÎ TUNDIYÊ HATIN

Ji ber hînceta veşariya dosyayê parêzer piştî 24 saeta şûnde bi sosyalîstan re hevdîtin pêk anî û diyar kirin ku di bin çavan de rastî şîdeta polîsan hatine. Hate hînbûn ku ji derveyî îradeya wan wêneyê wan hatiye kişandin û şopa tiliyên wan hatiye girtin.