Li navçeya Silopî ya Şirnexê komekê bi molotofan êrîşî şaxa Îş Bankayê kir.
Di encama êrîşa molotofan de di şaxa bankayê de şewat derket. Yekîneyên îtfayê yên ji aliyê şaredariyê ve şandin demek kurt agir temirandin. Di şaxa bankayê de zirara aborî rû da.
Piştî bûyerê polîsan dest danî ser kameraya ewlekariya bankayê û lêpirsîn da destpê kirin.