Li Sîlîvriyê rûniştina 'KCK'ê destpê kir

Li Sîlîvriyê rûniştina 'KCK'ê destpê kir

Rûniştina doza siyasetmedarên Kurd ya 124 jê girtî ya 205’an li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê li Sîlîvriyê destpê kir. Di îdînameyê de dozger daxwaza kurdan ya konferderalîzm weke "Kurdistana serbixwe û yekbûyî" nirxand.

Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ya di nav de Endamê MYK'ê yê BDP'ê Mustafa Avci, Edamê Meclîsa BDP'ê Hasan Ozguneş, Ayşe Berktay, Prof. Dr. Buşra Ersanli, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, Serokê Enstîtuya Kurd yê Stenbolê yê berê Samî Tan û gelek rêveberên saziyan jî heyî destpê kir.

Rûniştina li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê li Sîlîvriyê tên dîtin, tedbîrên gelek awerte hatin girtin. Di rûniştinê de 122 girtî, 12 kesên serbest tên darezandin, parêzer û beşdar amadebûn. Rûniştinê bi tesbîta nasnameyan destpê kir.

Heyet Dadgehê tesbîta nasnameya Yusuf Çelîk yên berê tevlî rûniştinan nebû kir. Serokê Dadgehê Alî Alçik, ji Çelîk re got "Heke tu dê bi tirkî biaxivî em dê tesbîta nasnameyê bikin" li ser vê gotinê Çelîk jî wiha bersiva dadgehê da, "Ez dixwazim bi zimanê dayîka xwe biaxivim lê ez Kurdî nizanim. Ev yek jî sûçê sîstemê ye" da.

Piştî tesbîta nasnameyan xwendina îdînameyê berdewam kir. Di îdîanmeyê de delîlên derheqê Îsmaîl Adanmiş de hatin xwendin Xweseriya Demokratîk û riyên çareseriya pirsgirêka Kurd yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Konfederalîzma Demokratîk û têbîniyên heftane yên hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girtin.

Piştî beşa têkildarî Xweseriya Demokratîk de nirxandina dozger wisa bû: "Meclîsên Bajar, KCD, BDP, Akademiyên siyasetê, DYG, DOKH, ji bo xweseriya demokratîk bê hêz xebat meşandin." Dozger nûçeyên di Ajansa Nûçeyan ya Firatê de jî mînak nîşan dan û daxwaza Kurdan ya xweseriyê weke "Kurdistana serbixwe û yekbûyî" nîşandan.

Rûniştin bi xwendina îdîanameyê berdewam dike û di demjimêr 15.00'an de dê daxwazên parêzeran bên girtin.