Li Sîlîvriyê êrîşî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin

Li Sîlîvriyê êrîşî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin

Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên ji bo dawî li tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin, li Girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirîn rastî êrîşê hatin, hate ragihadin ku, xistine hucreyên kesî de.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên li Girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirine rastî êrîşê hatine. Girtiyên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kirîn, piştî êrîşê avêtine hucreyên yek kesî.

Parêzerên ku çûne girtîgehê, çav lê ye piştî ku hevdîtin bi girtiyan re kirin dê daxuyaniyek berfireh bidin.