Li Sîlîvriyê doza 'KCK'ê bi dawî bû li benda biryarê ne

Li Sîlîvriyê doza 'KCK'ê bi dawî bû li benda biryarê ne

Rûniştina siyasetmedarên Kurd ya ku jê 124 jê girtî ya 205'an ya li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Stenbolê ku li Sîlîvriyê pêk tê bi dawî. Li benda biryarê ne.

Di 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Stenbolê ku li Sîlîvriyê ye danîşîna dawî ya ji wan 124 girtî 205 siyasetmedarên Kurd ku tên darizandin dawî bû. Di danîşîna ku di seatên sibê de bi aloz destpê kir, daxwazên parêzeran hatin guhdarî kirin.

Ji parêzeran Mehmet Emîn Adiyaman diyar kir ku, di vê dozî de ne tenê muwekilên wan her wiha dewlet jî tê darizandin. Adiyaman da zanîn ku, ev doz encama polîtîkayên dewletê ya 80 salî ye. Adiyaman destnîşan kir ku, tenê ji bo daxwazên parastina kurdî bi hezaran mirov di girtîgehan de ne.

Adiyaman, wiha got: "Heke hûn li ser navê gelê tirk biryarê bidin dê ev biryar ne biryareke adil be. Ji ber ku dê biryar bi netewperestiyê ve bê spartin û dê biryarek pêşdarez be. Divê hûn li ser navê miletê Tirkiyê an jî gelê Tirkiyê biryarekî bidin."

'NE LI SER NAVÊ GELÊ TIRK LI SER NAVÊ GELÊ TIRKIYEYÊ BIRYAR BIDIN'

Serokê Giştî ya ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli diyar kir ku, muwekilê wî Aydemîr Anli Serokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ye û got: "Ev jî bi zimanê polîsan tê wateya PKK, Kongra-Gel." Parêzer Sînan Zîncîr jî wiha got: "Di vê dozî de çanda kurd, kincên kurd û kurd bi xwe tên darizandin. Divê dadgeh li ser navê gelê Tirkiyê biryar bide. Li ser navê tirkan kurdan ne darizîn in. Em ne tahliye azadiyê dixwazin. Ji bo aştiyê pêdivî bi BDP'ê heye."

DOZGER: PARÊZERAN SÎNORÊN PARASTINÊ DERBAZ KIRIN

Piştî daxwazên parêzeran dozger Huseyîn Kaplan mutala xwend. Kaplan diyar kir ku, agahdariya parêzeran ya derbarê girtiyên ketine çalakiya birçîbûnê divê ji Wezareta Dadê re bêne ragihandin û ji bo girtina wan di yek hucreyî de jî divê derheqê rêveberiya girtîgehê de lêpirsîn bê vekirin an na ew jî ne karê wane.

Kaplan derbarê daxwazên parastina Kurdî ya bersûcan de jî, diyar kir ku ji ber biryarên berê hatibûn dayîn ne hewcêye biryareke din bê dayîn. Dozger di dawî de anî ziman ku, parêzeran di çerçoveya daxwazên rêxistinê de beyanan dane û wiha got: "Parêzeran sînorên parastinê derbaz kirine. Derbarê girtiyan de bikaranîn peyvên weke 'rehîn' û 'êsîr' û daxwaza weke 'divê ne li ser navê miletê tirk li ser navê gelê Tirkiyê biryar bê dayîn' jî divê derheqê parêzeran de li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvrî re serlêdana sûc bê kirin. Ez vê taleb dikim."

Serokê dadgehê piştî mutalaya dozger, seatek û nîv navbêr da rûniştinê. Piştî navbêrê dê dadgeh biryarê aşkere bike.