Li Sîlîvriyê destûr nadin temaşevan bên salona rûniştinê

Li Sîlîvriyê destûr nadin temaşevan bên salona rûniştinê

Doza KCK’ê ya Stenbolê ku li Kompleksa Girtîgeha Sîlîvriyê tê dîtin, piştî cendirmeyan êrîşî parêzaran kir, rageşî didome. Heyeta dadgehê destûr neda temaşevan bên salona rûniştinê.

Duwemîn rûniştina doza KCK’ê ya Stenbolê ku bi êrîşkirina cendirmeyan ya li ser parêzeran destpêkir, rageşî hêjan didome. Piştî ku li rexmî nasname û cubbeyên parêzeran hebûn jî cendirmeyan destûr neda hinek parêzer bikevin salona rûniştinê û piştre rastî êrîşa cendirmeyan hatin, vêcarê heyeta dadgehê biryar girt ku temaşevan nekevin salona rûniştinê. Heyeta dadgehê ev yek weke yuhkirinê hincet nîşan da. Li ber salona rûniştinê rageşî didome.