Li Sîlîvriyê cendirmeyan êrîşî parêzeran kir

Li Sîlîvriyê cendirmeyan êrîşî parêzeran kir

Doza KCK’ê ya Stenbolê ku li Sîlîvriyê hate dîtin cendirmeyan êrîşî parêzerên siyasetmedarên Kurd kir.

Rûniştina duwem ya doza KCK’ê ya Stenbolê li salona Kompleksa Girtîgeha Sîlîvriyê destpêkir. Li rexmê ku nasname û cubbeyên hinek parêzeran li gel hebûn jî cendirmeyan ew negirtin hundir. Parêzerên ku hetin hundir rewş ji heyeta dadgehê re gotin. Serokê heyetê got, “ Derve di bin kontrola cendirmeyan de ye ez nikarim tiştek bikim.”

Parêzeran ku îtîraza xwe domand, piştî ku encam neda parêzeran biçepika salona rûniştinê terikandin. Di derketinê de cendirmeyan bi awayek tund êrîşî parêzeran kir. Piştre robokopên cendirmeyan girtin hundirê salonê. Cendirmeyên robocop yên bi cop û mertal di hundirê salona rûniştinê de bicih kirin.

Heyeta dadgehê navber da rûniştinê. Parêzeran qeydên kamerayên cihê êrîşê kêşayîn û hêjmara sicîlên leşkeran xwestin.