Li Sîlîvriyê bi sedan kesan benda leşkeran şikand

Li Sîlîvriyê bi sedan kesan benda leşkeran şikand

Xizm û malbatên girtiyan û rêveberên BDP'ê ku ji doza KCK'ê ya Stenbolê tên darizandin, ji ber ku leşkeran bend danîn û destûr nedan têkevin salonê, çalakî pêk anîn û benda leşkeran ya li pêş xwe şikandin. Girseya bend şikand sloganên "Biji serhildana zindanan" qêriyan.

2'emîn rûniştina "Doza serek ya KCK'ê" ya Stenbolê ya 205 siyasetmedarên Kurd yên 124 jê girtîne, li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê li Sîlîvriyê destpê kir. Li Stenbolê di 5 û 28'ê Cotmeha 2011'an de li hemberî avahiyên BDP'ê ya bajar û yên navçeyan, akademiya siyasetê û saziyên Kurd yên din operasyonek bi navê "KCK'ê" hatibû lidarxistin û di encama operasyonê de 205 siyasetmedarên Kurd hatibûn binçavkirin û ji wan 124 siyasetmedar hatibûn girtin.

BENDA POLÎSAN RÛXANDIN Û KETIN HUNDIR

Piştî 2'emîn rûniştinê destpê kir, xizm û malbatên girtiyan jî xwest dozê li salonê bişopînin. Lê leşkeran bend danîn û destûr nedan ku malbat û rêveberên BDP'ê biçin salone. Girseyê li hemberî vê helwesta leşkeran çalaki pêk anî û barikata leşkeran şikandin. Girseyê sloganên "Bijî serhildana zindana", "Zext me têk nabin" qêriyan û barikat rakirin. Piştî girseyê barikat şikandin destûr dan ku derbazî salonê bibin.