Li Silêmaniyê li dijî endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê êrîş hat kirin

Li dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê êrişeke suîqestî pêkhat. Hat zanîn ku navê kesê êriş lê hatî kirin, Huseyîn Arasan e û xelkê Mêrdînê ye.

Li Silêmaniyê dijî endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê êrîşeke sûqestî pêk hat.

Li gorî agahiyan navê kesê êriş lê hatî kirin, Huseyîn Arasan e û xelkê Mêrdînê ye. Huseyîn Arasan li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di sala 1978’an de ji dayik bû. Li gorî agahiyan Huseyîn Arasan ji ber doza siyasî demek bû ji neçarî derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû û niştecihê Silêmaniyeyê bû.

Li gorî agahiyan 3 gule li bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketiye û rakirine nexweşxaneyeke li Silêmaniyeyê. Li gorî agahiyan rewşa birîndar girane.

Êrîşa sûqestî li ber derê komeleyê pêk hat û nayê zanî ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.