Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Oktay Erdogan û heyeta li gel wî li gorra 8’emîn serokomarê Tirk Turgut Ozal dest bi lêpirsînan kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqreyê di çarçoveya lêpirsîna der barê mirina 8’emîn Serokomarê Tirk Turgut Ozal de biryar dabû ku gorra wî vebe.
Di seatên serê sibê de hinek peywirdarên ku di destê wan de krokiya goristanê hebû bi hin polîsên sivîl re çûn ser gora Ozal a li goristana Anit ya Topkapiyê. Heyetê li dora gorê lêkolîn kirin û der barê vekirina goristanê de hinek xebatên teknîk dan destpêkirin.
Pitşî hatine ekîba teknîk cîgirê serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Oktay Erdogan jî hat ser gorrê. Lêkolîna Erdogan û kesên ligel wî didome.
Tê payîn ku piştî vekirina gorrê hinek numuneyên tibî bên girtin.