Li Sarregûenînesê bi sedan Kurd û Fransî faşîzma AKP’ê protesto kirin

Li dijî êrîşên faşîzma AKP/Qesrê ya li ser gelê Kurd û li ser hemû hêzên demokratîk ên li her qadê her ku dijî dijwartir dibin li bajarokê Sarregûemînes a Fransayê bi beşdariya girseyekî mezin ve bi xwepêşandanekê hate protestokirin.

Li bajarokê Sarregûemînes ê li ser sînorê Elmanya ê li herêma Korranîe a li Bakûrêrojhilatê Fransayê cara yekem ku bi meşekî girseyî xwepêşandanekî protestoyî hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ji derdor nêzî 400 kesên ku Fransî jî di nav de kom bûn çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Navenda Çanda Kurd, Tevgera Jina Kurd, Patiya Sosyalîs, Partiya Komînîst a Frasî (PCF) li gel sendîkaya CGT û bi sedan kes piştgirî kir.

Di çalakiya protestoyê de ya ku ji pêşiya avahiya şaredariyê destpê kir, dirûşmên mîna “Kujer Erdogan”, “Tirkiye qetildike, Ewropa bêdenge” û “Bimre rejîma faşîst a Tirk” hatin berzkirin.

Di meşê de siyasetmedarên Frasî û alîgir jî cih girtin û pankarta bi nivîsa “Li dijî zextên li Tirkiyeyê piştgiriya navneteweyî” û “Kurd statû dixwazin” vekirin.

Piştre girse dîsa li pêşiya Qesra Edaletê ya li navneda bajêr kom bûn û mîtîngek li vir li dar xistin. Partiyên siyasî û nûnerên tevgeran ên li vir axivîn diyar kirin ku li dijî her cûre zextan li gel gelê Kurd cih digirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê bi lezgîn Yekîtiya Ewropa (YE) li dijî Tirkiyeyê bikev nava hewldanan.

 

...