Li Saratovê şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li Yerşovê ya ku bi ser bi herêma Saratov a Rûsyayê ye, şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Yerşovê yê herêma Saratovê, Kurd li Mala Gel li hev civiyan û şehîdên Meha Gulanê bi bîr anîn. Di civînê de ji bo giyanê şehîdên Meha Gulanê rêz hate girtin.

Li ser navê Meclîsa Gel û Otonomîya Kurd Mirzaalî Yûsubov, Sultane Bakî û Şex Hadî Li ser wate û girîngiya rojê axivîn û diyar kirin ku wê xwedî li şehîdên xwe derkevin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştî civînê xwarin hat dayîn.