Li bajarê Tirkiye Sakaryayê malbatên Kurd ên ji bo karkeriya demsalî hatibûn bajêr li rastî êrîşên nijadperestên Tirk hatin. Di encamê de tevî jin û zarokan 18 kes birîndar bûn.
Malbatên karkerên demsalê yên Kurd ên ji Amedê hatibûn gundê Ortakoy ê navçeya Kocaelî ya Sakaryayê li rastî êrîşa nijarperestên Tirk hatin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, malbatên Kurdan dema li gund di bareqeyên xwe de rûdiniştin, komek 5-6 kesî hatin û bangî endamek ji malbatan kir. Komê heqaret li karker kirin û lê xistin. Ji ber vê jî malbat li hewara karker çûn.
Piştre kom çû qehweya gund û gotin “Kurdan xwestin li me bixin” û kesên li qehweyê bûn li hemberî Kurdan provoke kirin. Piştre bi sedan kes kom bûn û êrîşê malbatên Kurdan kirin. Di êrîşê de 18 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sakaryayê. Malbatên Kurd dan zanîn ku ew ê vegerin Amedê.
Piştî êrîşa bombeyî ya li Dîlokê ji ber daxuyaniyên rayedarên Tirk û helwesta çapemeniya Tirk, êrîşên li ser avahiyên BDP’ê û Kurdên li bajarên Tirkiyeyê dijîn zêde bûn. Herî dawî avahiya BDP’ê ya Osmaniyeyê li rastî êrîşê hat û avahiya BDP’ê ya navçeya Îskenderûna Hatayê li rastî êrîşa bombeyî hat. Tevî êrîşa li Îskenderûnê, di nava 5 rojan de zêdetirê 10 caran êrîşên nijadperest li hemberî avahiyên BDP’ê pêk hatin.
BDP: BIL A HER KES HEDÊ XWE BIZANIN
Ji ber varn êrîşan, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 23’yê Tebaxê de daxuyaniyek da û got; “Bila kesên ku avahiyên partiyên me dişewitînin û yên avahiyên me dikin hedefa şewatindain, baş bizanin ku ger ew avahî li vî welatî tune bin, hûn nikarin li vî welatî tu kesê aşitîxwaz bibînin. Ew avahîyên parastina aşitiyê ne. Ger polîs nekare avahiyên me biparêze, em ê bi xwe biparêzin. Em ê gelê xwe biparêzin. Ger AKP û berdevkên wê avahiyên me bikin hedefa êrîşan, wê demê mafê me yê parastina rewa heye. Mafê parastina rewa yê her partiyekê heye. Kesên êrîşê van avahiyan dikin û dişewitînin, an jî plana êrîşan dikin divê bi encama van kiryaran jî razî bin. BDP’yî ne berxên qûrbankirinê ne. Gava sê BDP’yî kom dibin, 30 polîs li derdorê kom dibin û bi kamerayan dîmenan dikişînin, lê dema êrîşê avahiyên me dikin, polîs jî lê temaşe dikin. Mafê her kesê heye ku xwe biparêze. Ev yek di qanûnênTirkiyeyê de jî heye. Partiya me dê xwe biparêze û ne berpirsên tiştên biqewimin e. Bila her kes hedê xwe bizane, êrîşên li ser partiya me, hewldanên lîncê, êdî kêr gihandine hestî. Em ê bêjin biratî û aşitî, lê ev ên şerxwaz dê rabin avahiyên me bikin hedef. Mirov nikarin li hemberî vê yekê bê deng bibin.”
TEDBÎRÊN XWEPARASTINÊ PÊŞ BIXIN
Serokatiya Konseya Rêvebera KCK’ê bi daxuyaniyekê bûyera li Dîlokê şermezar kir û got; “Em vê bûyera dilşewat şermezar dikin. Her wiha em êrîşên faşîst ên rêxistinkirî yên li hemberî gelê Kurd, nunerên wan ên siyasî û teşkîlatên partiyê, zimanê êrîşkar ê AKP’ê, helwesta wê ya dijminane, şermezar dikin. Ev yek jî dê bibe sedema pevçûnên civakî û mirinên nû. Li aliyekê zimanê herî tund bi kar tîne û hestên şovenîst dide civakê û li aliyeke din jî banga xemsariyê dike ev yek jî durûtiyek mezin e.
Di vê rewşê de hemû gelê Kurdistanê pêwîste li cihên ku lê ne, rêxistinên xwe bi hêztir bikin û ji bo tedbîrên xweparastinê pêş bixin. Pêwîste gelê me li hember hemû êrîşên paşverû-faşîst bi pêkhateya xwe ya rêxistinkirî mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne, li dijî her cure êrîşan paşde pêngavan neavêje û pêwîste tekoşîna xwe ya azadiyê ya mafdar bilindtir bike. Tu kes nikare gelê Kurd bi tundî û kampanyayên lînc kirinê yên faşîst nikare bitirsîne, dîl bigire û gelê me yê welatparêz ji doza azadiyê dûr bixe.”