Li Rûsyayê tecrîd hate şermezarkirin

Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê tecrîda li Îmraliyê û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Kurdên li gundê Yujniî yê navçeya Yerşov a herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate ragihandin, ku heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe, Kurd û Kurdistan azad nabin.

Di daxuyaniyê de bi navê Meclîsa Gel a navçeya Yerşovê Hevseroka Meclîsa Gel Gulîzer Yûsûbova û ji meclîsê Sûltan Bakî axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk ne tenê êrişî gelê Kurd dike, her wiha hewl dide erdnîgariya Kurdistanê tune bike û bi bîr xistin, ku piştî Bakur û Rojavayê Kurdistanê niha jî li Başûrê Kurdistanê daristanan dibire.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştiye asteke metirsîdar û hate destnîşankirin ku bêdengiya hikumeta Iraqê û rêveberiya PDK'ê nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re hate kirin û hate gotin, "Dawî li xiyanetê bînin."